Zimanê Kurdî: Rewşa Wextê û Dîrokê Wî (Parçêye 1)

This is my first attempt to translate my articles into Kurdish. More plans will be made to add a Kurdish setting to the website. To read the article in English, click here!

Click here to read part 2 in Kurdish!

Gava ez di derbarê çandê Kurdî de fêr bûm û min biryar da ku ez dixwazim alîkarê Kurdan bikim, diviya min bû dem bide ku ez wan bibihîzim û bidim nirxê ku ew wekî gel çi ne. Dîroka wan çi bû? Ew xwe bi çi awayekî tê de nas dikirin? Ji bo ku ez qadamên yekem bidim, bo min wisa xuya kir ku tiştekî herî hişmend ji fikirina min bibe fêr bûnê zimanê Kurdî. Ji bo ku bi kesekê re têkilî bike û wan fêm bike, her çi jî bibê, peywendî ya zimanî bingehîn e – ev pêşeka xwestinê ye ku mirov xelkê bi rastî bibîne. Ez çawa dikarim Kurdan alîkarî bikim heke ez carekî jî nadim ku fêr bibim bi wan re çawa biaxivin? Berî ku ez bi Kurdan re bicivim, min hin vîdyoyên bingehîn li ser fêrkirina Kurdî temaşe dikir û ez bes xwe fêr bûm ku dikarim bi wan re di derbarê tiştên giştî de biaxivim. Qismeta dijwar ew bû ku Kurdên ku ez dikarim bi wan xebat bikim û fêr bibim çi cure mirov in, bigerim.

Li wê demê, min li nêzî Nashville jîyan dikir. Herî zêde gelê Kurd li Amerîkaya Bakurî di nava Naşvil de hene, bi heman demê 20,000 Kurd li vê bajarê dijîn. Di sala 2020 de ez çûm vê bajarê da ku ez Kurdî xwe pratîk bikim û rêyê xwe bidim ku dikarim alîkarî civaka Kurdî bikim. Gava dawî min bi Kurdan civîn kir ku ez dikarim bi wan Kurdî biaxivim, hevaltiya me bi başî dest pê kir! Wekî Amerîkayekî ku Kurdî dizane, ev bi min re gelek hevalatiya nû çêkir û heta niha jî ez bi Kurdan re heval im.

Nîşana li Naşvil bo Kurdan

Wextê ku min bi zêdet Kurdan re digot, min dest pê kir tiştên taybet bibîne. Hin caran, gava min dengên Kurdên din bihîst, wan dengên wekî Kurdî xûya nebû. Min di destpêkê de gûman kir ku divê ez Kurdî zêdetir fêr bibim, lê paşê min hîs kir ku peyvên wan reş in, wekî destûr û dengdana Kurdî ne. Hin caran jî hebû ku min bi wan re Kurdî digot, gelek Kurdan fam nekirin min çi got. Çi derbas bûye?

Paşê, hevalekê ji min re eşkerê kir: min wan fehm nekir ji ber ku wan li navbera Kurdî û Tirkî diguhertin. Min jî wan fehm nekir, çimkî ew jî zêdetir fêrî zimanê xwe nebûn – hin jî wek ez.

Gelek ji wan Kurdên ku min nas kir ji Bakurê Kurdistanê hatibûn, li dora Başûrê Rojhelatê Tirkiyê. Di Komara Tirkîye de, zimanê Kurdî di dibistanan û parêzgehên dadgehê de ne qebûl e. Îro ev qedexekirin di nava Tirkîye de li dijî zimanê Kurdî hîn berdewam dike. Hevalên min gelekî, gelek çend zimanê Kurdî di malê de fêr bûn, lê Tirkî baştir zanin, çimkî ew zimanê dibistanan bû. Hin ji wan bi min re jî çîroka xwe gotin – mamosteyan wan dilêxistin, çimkî wan, heta dibistanê, zimanê Tirkî fêm nekir. Mamostêyan xwe ji wan re tecawîz û şepirze dikirin heta hevalên min bi Tirkî temam digot. Ev ledankirinên hemû rojê ji bo hevalên min di nava dersan de serpêhatî dirêj ya şkence çêkir, heta ew mezin dibûn.

Protesta li nava Tirkîye bo Zimanê Kurdî

Pişta min van bîranîn bihîst, min fêm kir ku hewlê min ku bi Kurdan peywendî çêbikim, ne tenê rêya pejirandina siyasî an jî alîkarîye giştî bû. Divê ez jî fêm bikim ka gelek ji wan xwe jî bi temamî nizanin. Alîkarî kirinê bû hewl dan ku wan nîşan bide ka ew kî ne û nirxê nasnameya Kurdî çiqas e.

Şensekê xerab ya Kurdan heye, çimkî kesên herêmên ku Kurdan dijîn, Kurdan wek “gelan din” dibînin. Komkujîyeka civaka ya herî giran yê ku Kurd niha di encamê de bi wan re digerin, ev e ku zimanê wan yê Kurdî ji nav çarçoveya çandê tê derxistin. Di dîroka xwe de heta îro, dewletên ku Kurdistan dagirtin, bi rengên cûda zimanê Kurdî sinorkirin. Tirkiyê zimanê Kurdî qedexê  kir û îro jî bi hinekî qas berdest e; Iran jî tenê li nava fêrgehan xwe Farsî bi kar tîne. Ev şêwaza ya ya dagirkirinê ji çanda Kurdî bi xetereya winda bûnê danîne, bi awayekî ku gelek Kurd jî dîroka çanda xwe fehm nakin, an jî fehm nakin bi zimanê Kurdî biaxivin.

Ji ber ku Kurdan li nava dîroka her tim komêkê çiqas mezintir ên bê welat bûn, pêşketinên zimanê Kurdî bi gelemperî têk çûn bi xebata bo parastina ji nasnameya kurdî û kelepora wê. Ji helbestên Ehmedê Xanî heta Alfabeya Latînî ya Celadet Alî Bedirxan ji bo zimanê Kurdî, hemû pêşketinên girîng yên zimanê Kurdî bi armanca parastina çand û nasnameya Kurdî çêbûn – ji bo ku bi van pêşketinên li nava deman veşartî winda nabe.

Zimanê Kurdî zimanekî Iranî Hindî ye û gelek lehçeyên cuda hene. Hin ji van lehçeyan yên herî zêde bikaranînî û nasnameyê Kurdî yên girîng, ev in: Kurmancî, Soranî, Zazakî û Behdenî. Ev lehçeyên li herêmên cûda yên Kurdistanê dijîn. Kurmancî bi taybetî di Bakurê Kurdistanê de li Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê de li Sûriyê tê gotin (Bakur û Rojava), Zazakî li bakurê Kurdistanê, Behdenî li Başûrê Kurdistanê di nav herêma Iraqê de, û Soranî jî li Başûr û Rojhilat (Kurdistana Rojhilatê, li nav Îranê). Behdenî û Soranî alfabeya Erebî bikar tînin, lê Kurmancî û Zazakî alfabeya Latînî bikar tînin.

Nexşe ji Kurdistan

Zimanê Kurdî ji hemû parçêyên xwe zêdetir e . Ne tenê taybetmendiyên zimanê Kurdî   ku vê zimanî diyar dikin, lê jî rewşên dîrokî yên ku bi Kurd re têkilî hene û awayên ku zimanzanên Kurdan van rewşên çareşêr dikirin. Ev rewşa çandê ya Kurdî bû ku rengê da vê zimanê. Hîn bûnê girêdana zimanê Kurdî bi dîrokê re, krîtîk e da ku em vê têkiliyê bibînin.

Mirina zimanê Kurdî – mirina Kurd in. Winda bûnê zimanê wan – winda bûnê dîrokê wan, fikirên wan, û bingehên nasnameya wan e. Ji ber vê yekê, parastina vê zimanê û pêşvebirina wê, girîngtir e niha ji her demê din.

Comments

One response to “Zimanê Kurdî: Rewşa Wextê û Dîrokê Wî (Parçêye 1)”

Leave a comment